Here naverokê

Amedspor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Amedspor

Logoya Amedsporê
Agahiyên gelemperî
Navê tev Falîyetên Sportîf ya Amedê
Sala damezirandinê 1972
Reng  Sor  Kesk  Spî 
Yarîgeh (stadyum) Yarîgeha Amedê,
Amed
(33.000 temaşevan)
Serok Nahit Eren
Rahêner Sertaç Kuçukbayrak
Malper amedspor.com.tr
Mayo
Mal
Mêvan
Sêyem

Amedspor an Amed SFK yaneyeke sporê ye ku navenda yaneyê li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê ye. Yaneya Amedsporê ji dansala sala 2013-14an heya dansala sala 2024an di Lîga 2em a FFT de lîstiye. Amedspor di sala 2024an dibe şampiyonê lîga duyem û bilindê Lîga 1em a FFT bûye û di maça xwe yê dawî ya dansala 2025/26an a bi Iğdır FK yê re di dîroka xwe de yekem car derketiye lîga superê.

Navê tîmê ji navê kurdî yê bajarê Amedê tê. Ji ber ku ev nav di nav kurdan de bi awayekî berfireh tê bikaranîn û wekî sembola nasnameyê tê dîtin, di sala 2014an de navê tîmê wekî "Amedspor" hat guhertin.

Yane yekemcar di sala 1972an de bi sponsoriya Turan Gazozları, bi rengê sor û spî, bi navê Melikahmet Turanspor hatiye avakirin û demeke dirêj di tîmên amator de têkoşîna xwe berdewam kiriye. Di sala 1985an de Turan Gazozları sponsoriya xwe paşve kişand û navê tîmê ya nû dibe Melikahmetspor. Di sala 1990an de şaredarî yaneyê kirî û navê yaneyê wekê Diyabakır Belediyespor, hatiye guhertin û rengê yaneyê jî bi rengên kesk-spî hatiye guhertin. Di sala 1993an de de bi statûya metropolê ya Amedê re, navê klûbê cara sêyem guherî û dibe Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor. Di sala 1996an de bi îlhama ku şaredarê bajarê mezin ê Partiya Refahê Ahmet Bilgin û serokê klûbê Necattin Yığıt Bayrak piştgirên Galatasarayê bûn, rengên yaneyê yên kesk-spî wek zer-sor hatin guhertin. Feridun Çelik ê ku di hilbijartinên 1999an de ji DEHAPê wekê şaredar hat hilbijartin, bi armanca ku ji DÎSKÎyê dahatê bike navê klûbê wekê "Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi DİSKİspor" guhert.[1]

Klûb heta havîna 2001ê di beşa sêyem a herî bilind a Tirkiyeyê de lîst.

Di sezona 2006-2007an de yane bi Aksaraysporê re di Lîga Sêyem de wekhev ma, du hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derket Lîga Duyem. DÎSKÎspora ku bi salan piştî Diyarbakırspor duyemîn tîma mezin a Diyarbekirê bû, di dawiya sezona 2009-10an da daket Lîga Sêyem. Di encama kongreya ku di destpêka sezona 2010-11an de hat lidarxistin de navê klûbê wek Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor hat guhertin.

Di demsala 2010-2011an de, yane di Lîga Sêyem de wekî çarem di playoffê de ma. Her çiqas di nîvfînalê de Sancaktepe Bldê tasfiye kir jî di maça fînalê de di tûra duyem de ji aliyê Denizli Bld ve hat tasfiyekirin û şansê xwe yê derbasbûna Lîga Duyem ji dest da.

Di demsala 2011-2012an de di Lîga Sêyem de wek sêyem derket playoffê, piştî ku di nîvfînalê ya playoffê de li hember Bayrampaşa têk çû û şansê çûyîna Lîga Duyem ji dest da.

Di dawiya sezona 2012-2013an de, Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor di Lîga Sêyem a koma yekem de bû şampiyon û derket Lîga Duyem a TFFyê. Di kongreya ku di 19ê gulana 2013an de hat lidarxistin de, rengên zer û sor ên klûbê hatin guhertin û bûn rengên kesk-sor ku ew rengên yaneya dîrokî Diyarbakırsporê ne jî.[2] Bi rengên klûbê, divê navê klûbê wek Diyarbakır Amedspor an jî tenê Amedspor bihata guhertin. Endamên klûbê ji bo guhertina rengê klûbê deng dan, lê piraniyê li dijî guhertina navê biryar da.

Di sezona 2013-2014an de ji bo ku biçe Lîga Yekem, di Lîga Duyem de bi rêza pêncem derket pêşbirkê. Lêbelê, yane ji hêla Alanyasporê ve di çaryek fînala playoffê de hate tasfiyekirin û ev şansê ji dest da.

Di civîna giştî ya 28ê çiriya pêşîn a 2014an de piraniya dengan biryar da ku navê yaneyê bibe Amedspor. Piştî ku navê nû ji aliyê Yekitiya Futbolê ya Tirkiyê ve hat pejirandin, divê guhertina nav bi dawî bûba. Lêbelê, komeleyê serlêdana guhertina navê red kir, ji ber ku klûbek din jixwe di bin vî navî de qeydkirî hebû.[3]

Yaneyê ji bo ku navê xwe wek Amed Sportif Faaliyetler Kulübü, bi kurtasî Amed SK bê guhertin, serî li komeleya futbolê da. Komeleyê bersiv da ku ew ê di civîna lijneyê ya 12ê tebaxa 2015an de li ser vê tezkereyê nîqaş bikin.[4] Di wê civînê de, serîlêdan hate pejirandin, û klûb ji sezona 2015/16-ê ve bi navê nû dest bi beşdarbûna pêşbirkan kir.[5]

Amedspor di sezona 2015-2016an da derket çaryek fînala Kûpaya Tirkiyeyê û di fînalê de ji aliyê Fenerbahçeyê ve hatiye tasfiyekirin.

Pîrozbahiyên derbasbûna lîga superê bi alaya Kurdistanê û alayên Amedsporê

Amedspor di lîga 1em a FFTya 2025–26an de, di rêza duyem de dansalê temam kiriye ku di dîroka de cara yekem klûb derketiye lîga superê ku asta herî bilind ê fitbolê ye.[6] Şahiyên serketina Amedsporê ji Amedê bigire li bajarên mezin ên Tirkiyeyê ku nifûseke girîng ê kurd lê dijîn ku di nav de Stembol, Enqere, Mêrsîn û Edeneyê hebûn hatiye pîrozkirin. Li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê jî ku di nav de bajarên wekê Wan, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Mûş, Bedlîs, Riha, Sêrt, Dêrsim, hebûn serketina yaneyê bi awayeke berfireh hatiye pîrozkirin.[7] Di heman rojê de de li gelek navçeyan mezin ên Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên serketina yaneyê hatiye lidarxistin.

Amedspor niha di lîga superê de têkoşîn dike.[8]

Amedspor wekê yaneyeke Amedê xwedî sekneke polîtîk e ku wekê nasnameya herêmê hatiye naskirin. Di sala 2015an de serokê berê yê klûbê Îhsan Avcî diyar kiriye ku Amedspor xwe wekê "tîmek Kurdistanê" dibîne û destnîşan kiriye ku di wê demê bi qasî ji ardê 80 yane ji lîstikvanên kurd pêk dihat û bang li futbolîstên kurd ên ku di yaneyên cuda cuda de dilîstin kiribû ku tevlî Amedsporê bibin.[9]

Şîrovekarê fûtbolê û nivîskarê werzîşê Alî Fîkrî Işık têkiliya di navbera Amedspor û alîgirên wê yên kurd de şibandiye têkiliya di navbera katalanan û FC Barcelonayê ya li Spanyayê.[10] Di heman demê de Işık diyar kiriye ku Amedspor nûnertiya neteweyekê dike "ji ber vê yekê, serketina Amedsporê wekê serketinek ji bo hemî kurdan deng vedide," di heman demê de şîrovekarên din Amedsporê wekê "tîmek neteweyî ya nefermî ya kurd" bi nav kirine.[11][12]

Nîşan û reng

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Formayên Amedsporê ku bi rengên çanda kurdî ji bo dansala 2025–2026 hatiye amadekirin

Dema ku di sala 2014an de navê yaneyê hatiye guhertin di wê demê de alayek nû jî pejirand ku tê de eyloyekî du serî heye ku li ser sûrên bajarê kevnar ê Amedê tê de tê dîtin.

Formayên klûbê bi gelemperî bi rengên neteweyî yên Kurd ve girêdayî ne ku di nav de rengên wekê sor, spî û kesk hene. Di heman demê de yaneyê hewl daye ku rengê kesk, sor, zer bikar bîne lê ji ber pirsgirêkên siyasî ev reng bi caran hatiye asteng kirin û hatiye qedexekirin.

Êrişên nîjadperestî yên li dijî Amedsporê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîstikên klûbê ji hêla dijberên xwe ve carinan bi zanebûn têne polîtîk kirin, lewma klûb çend caran bûye qurbaniya çalakiyên nîjadperest ji aliyê alîgirên dijber ve. Di dema maçên xwe yên li herêmên romî de slogan û sirûdên netewperest tên gotin û carna lîstikvan berî/di dema/piştî maçê de bi tiştan têne avêtin an jî êrişî wan tê kirin.

Provokasyonên alîgirên Bursasporê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya maça Bursasporê ya ku di 5ê adara 2023an de hat lîstin, lîstikvanên Amedsporê rastî êrişê hatin. Hin alîgirên Bursasporê pankartên Mahmut Yıldırım ê bi kodnavê Yeşîl (bi tirkî "Kesk") vekirin, ajanê hov ê tirk yê ku berpirsyarê kuştinên nediyar e. Hin alîgirên din ên Bursasporê wêneyên otomobîla "Renault Toros" vekirin, ya ku sembola windakirinên bi zorê û kuştinên siyasî yên di salên 1990î de ye. Hin siyasetmedarên tirk û kurd van provokasyonan şermezar kirin. Partiya HDPê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:

“Em êrîşên nîjadperest ên li Bursayê li dijî Amedsporê şermezar dikin. Atmosfera ku ruhên kujerên salên 1990î û bermayiyên JÎTEMê tê de, dê pêşiya Amedsporê negire û ne jî hêviya aştiyê bi dawî bike. Divê berpirsyar li ber hiqûqê bipirsin. Em bi milyonan in ku li dijî faşîzmê çok danaynin.”[13]

Baroya Amedê di serlêdana sûc a der barê bûyerên maçê de, diyar kir ku sûcên ku gel bi kîn û dijminatiyê tehrîk kirine, bi qestî ewlekariya giştî xistine xeteriyê û heqaret û îstîsmarkirina wezîfeyê hatiye kirin.[14]

  1. ^ "Melikahmetspor'dan Büyükşehir Belediyespor'a." www.haberyirmibir.com. 22 gulan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2023.{{cite news}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Rengê Amedsporê hate guhertin - Futbol - Ajansspor.com". web.archive.org. 29 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor'un adı Amedspor oldu". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  4. ^ "Amed SK ismi için TFF kararı 12 Ağustosa kaldı 29 Temmuz 2015 Çarşamba 16:50". web.archive.org. 13 tebax 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 tebax 2015. Roja gihiştinê 5 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Diyarbakır, Amed oldu". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  6. ^ "Amedspor promoted to Süper Lig". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 gulan 2026.
  7. ^ "Li gelek bajaran pîrozbahiyên Amedsporê". mezopotamyaajansi.com. Roja gihiştinê 9 gulan 2026.[girêdan daimî miriye]
  8. ^ "Amedspor derket Super Lîgê: "Slav Super Lig!"". bianet.org. Roja gihiştinê 2 gulan 2026.
  9. ^ "Amedspor: Ein kurdischer Fußballverein schreibt Geschichte in schweren Zeiten".
  10. ^ çetin, rabia. "More than a football club: Amedspor becomes a 'success story' for Kurds". www.turkeyrecap.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 gulan 2026.
  11. ^ "For love of game, Turkey's top Kurdish football club resists hatred | | AW". AW (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 gulan 2026.
  12. ^ Qadraku, Gëzim (26 tîrmeh 2025). "Amedspor: the football club of the Kurds in Türkiye". Sports & Geopolitics. Roja gihiştinê 9 gulan 2026.
  13. ^ "HDP: 90'ların katilleri Amedspor'u engelleyemeyecek". haber.sol.org.tr. 5 adar 2023.
  14. ^ "Diyarbakır Barosu'ndan Amedsporlu futbolculara saldırıya suç duyurusu". haber.sol.org.tr. 5 adar 2023.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]