Here naverokê

Gulf Islands

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gulf Islands
  • Koma giravan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dîmenek ji Baynes Peak, ji Gulf Islands
Dîmenek ji Baynes Peak, ji Gulf Islands
48°57′00″Bk 123°31′59″Ra / 48.95°Bk 123.533°Ra / 48.95; -123.533
DewletKanada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Nifûs23.000 (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Saet
  • Beşa saetê ya Pasîfîkê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nexşeya giravên başûr ên Gulf Islands
Nexşeya giravên başûr ên Gulf Islands
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Gulf Islands ("Giravên Gulf") komek giravên deryaya Salish e ku di navbera girava Vancouverê û peravên sereke yên Kolombiya Brîtanî de ne.

Li gorî navên erdnîgarî yên BC (BCGNIS), navê "giravên kendavê" di destpêkê de wekê komgirava li dawiya başûrê tengava Georgiayê hatibû armanc kirin û bi gelemperî dihat zanîn kirin ku ev der ji girava Gabriola li bakur heta girava Saturna li başûrê rojhilat û girava D'Arcy li başûrê rojava ye. Lêbelê di salên 1990î de ev nav ji bo hemî giravên di tengava Georgiayê de hatiye bikaranîn û di encamê de peyva "giravên kendava başûr" hatiye bikaranîn ku BCGNIS jê re dibêje navekî xelet ku "giravên kendavê" yên resen ji giravên din ku carinan wekê "giravên kendava bakur" hatiye binavkirin, cuda bike. Her wiha BCGNISê destnîşan kiriye ku girava Quadra her ku diçe wekê "girava herî bakur a giravên kendavê" tê binavkirin.[1]

Gulf Islands bi du komên wekê giravên kendavê yên başûr û giravên kendavê yên başûr hatiye dabeş kirin. Xeta dabeşkirina giravan ji bajarê Nanaimo li girava Vancouverê despê dike û li devê çemê Fraserê li ser qada bejahiyê bi dawî dibe. Giravên Discovery, Howe Sound û deltaya çemê Fraserê wekê beşek ji giravên kendavê nayên hesabkirin.

Giravên başûr ên Gulf Islands

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Giravên kendava başûr

Giravên kendava başûr nêzîkî dawiya başûrê tengava Georgiayê ne û toreke tevlêhev ê rêyên avê di navbera wan de çêdikin ku bi hev re wekê beşek ji deryaya Salishê hatine binavkirin. Giravên kendava başûr bi sedan girav û giravên piçûk vedihewîne û beşek ji komgirava mezintir pêk tîne ku giravên San Juan ên nêzîk ên Washingtonê a li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di nav vê komgiravê de ye.

Giravên sereke yên kendava başûr wiha ne:

GiravNavçeya herêmîQad (km2)NifûsBelavbûna nifûsê (li ser km2)
Gabriola Nanaimo 57.6 4.500[2] 78.1
Galiano Capital 60,15 1.396 17,4
Mayne Capital 21 1.304 51
Moresby Capital 8,34 3 0,4
Pender Capital 34 2.467 66,0
Penelakut Cowichan Valley 8,66 302 34,9
Prevost Capital 6,75 ? ?
Salt Spring Capital 182,7 11.635[3] 63,7
Saturna Capital 31 465 11,3
Sidney Capital 8,66 ? ?
Thetis Cowichan Valley 10,36 476 33,8
Valdes Cowichan Valley 23 10 0,4

Giravên bakur ên Gulf Islands

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Giravên bakur ên Gulf Islands

Tevî hemî giravên li başûrê girava Savary yê ku girava herî başûrî yên giravên Discovery yên cîran e, hemî giravên kendava bakur li nêzîkî dawiya bakurê tengava Georgiayê ne.

Giravên sereke yên kendava bakur wiha ne:

GiravNavçeya herêmîQad (km2)NifûsBelavbûna nifûsê (li ser km2)
Ahgykson qathet 9,25 0 0
Denman Comox Valley 51,03 1.165 22,8
Hardy Sunshine Coast 7,25 ? ?
Hornby Comox Valley 29,97 958 32,0
Lasqueti qathet 73,32 399 5,4
Nelson Sunshine Coast 102,8 ? ?
Texada qathet 300,45 1.053 3,5
Thormanby Sunshine Coast 8,65 ? ?
  1. ↑ "BC Geographical Names". apps.gov.bc.ca. Roja gihiştinê 3 nîsan 2026.
  2. ↑ Government of Canada, Statistics Canada (9 sibat 2022). "Profile table, Census Profile, 2021 Census of Population - Nanaimo B, Regional district electoral area (RDA) [Census subdivision], British Columbia". www12.statcan.gc.ca. Roja gihiştinê 30 hezîran 2022.
  3. ↑ Government of Canada, Statistics Canada (9 sibat 2022). "Profile table, Census Profile, 2021 Census of Population - Saltspring Island, Regional district electoral area (RDA) [Census subdivision], British Columbia". www12.statcan.gc.ca. Roja gihiştinê 30 hezîran 2022.