Nîvkada rojava

Nîvkada rojava nîvê gerstêrka Dinyayê ye ku li rojavayê merîdyena sereke û li rojhilatê merîdyena 180em e.[1][2] Nîvê din ê Dinyayê jî wekê nîvkada rojhilat hatiye binavkirin. Her çiqas ji aliyê nerdnîgarî ve hinek beşên parzemînên din di nav xwe de bigire jî, ji hêla jeopolîtîk ve têgîna nîvkada rojava pir caran wekê metonîmek ê ji bo Amerîkayê an jî ji bo "cîhana nû" tê bikar anîn.[3][4][5]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nîvkada rojava ji Amerîkayê pêk tê ku ji xeynî hinek Giravên Aleutê yên li başûrê rojavayê parzemîna Alaskayê; beşên herî rojava yên Ewropa û Afrîkayê ku hem parzemîna sereke û hem jî girav di nav de ne; serê rojhilatê herî dûr ê parzemîna Rûsyayê û giravên parzemînê (Bakurê Asyayê); gelek deverên li Okyanûsyayê û beşek mezin ên ji Antarktîkayê vedigire nav xwe.
Navenda nîvkada rojava li ser rûyê Erdê di nav Okyanûsa Mezin de ye ku li cihê meridyena 90em a rojava û Ekvatorê digihînin hev û di navbera Giravên Galapagosê de ye. Erdê herî nêzîk Girava Genovesaya li 0°19′N 89°57′W ye.
Çiyayê herî bilind ê li nîvkada rojava çiyayê Aconcagua ye ku li çiyayên Andê yên Arjentînê ye ku bi bilindahi 6.960,8 mêtre bilind bûye.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "courseware". courseware.e-education.psu.edu. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2026.
- ↑ "Lessons in On-Line Reference PublishingMerriam-Webster's Collegiate Dictionary. Merriam-WebsterMerriam-Webster's Collegiate Thesaurus. Merriam-WebsterMerriam-Webster's Collegiate Encyclopedia. Merriam-Webster". The Library Quarterly. 71 (3): 392–399. 2001. doi:10.1086/603287. ISSN 0024-2519.
- ↑ "Western Hemisphere | Map, Definition, & Facts | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2026.
- ↑ "Bureau of Western Hemisphere Affairs". United States Department of State (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2026.
- ↑ "Front page". U.S. Department of the Treasury (bi îngilîzî). 23 kanûna pêşîn 2025. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2026.
- ↑ "Informe científico que estudia el Aconcagua: el Coloso de América mide 6.960,8 metros - Universidad Nacional de Cuyo". www.uncu.edu.ar (bi spanî). Ji orîjînalê di 8 îlon 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2026.