Here naverokê

başûr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /bɑːˈʃuːɾ/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Deng (Kerboran, Mêrdîn): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ba·şûr
[biguhêre]
Aliyên erdnîgarî
başûr
bakurrojhilatbaşûrrojava

başûr n

  1. alê dikeve destê çepê dema mirov berê xwe dide rojavayê
    • Dema cara pêşîn însanên sipî çûn Amerîkayê, guman dikirin ku çûne Hîndistanê. Ji ber vê yekê ji xelkê wir re gotin hîndî. Lêbelê berî ku însanên sipî biçin Amerîkayê bi hezar salan îndîyanî li wir dijiyan. Ew ji bakur heta başûr bi kom û eşîrî dijiyan. — (2004, amadekariya Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark
      : APEC, →ISBN, rûpel 88)
  2. wek termeke coxrafî, di giroverka dinyayê de aliyê jêrîn[1]
    • Pengûen çûkek mezin e. Ew nikare bifire lê baş ajnê dike. Pengûen li cemsara başûr hene. Yê herî mezin şahpengûen e û ji metreyekê dirêjtir e. Di nav pengûenan de yê nêr li ser hêkê kurk dikeve. — (2004, amadekariya Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark
      : APEC, →ISBN, rûpel 154)
  3. aliyê başûr yê her welatekê
    • Sêyemîn pirtûk û yekem romana hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş ku niha li Edirneyê girtîgehê de ye, hat belavkirin. Ew pirtûka Demîrtaş niha li Başûrê Kurdistanê bo Kurdî tê wergerandin. — (2020 kanûna paşîn 21, rûdaw, “Romana Demirtaş li Başûrê Kurdistanê bo Kurdî tê wergerandin”, li ser (jkx sernavê kitêb an kovarê binivîse)[1])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina başûr
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî başûr başûr
Îzafe başûrê başûrên
Çemandî başûrî başûran
Nîşandera çem. başûrî wan başûran
Bangkirin başûro başûrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî başûrek başûrin
Îzafe başûrekî başûrine
Çemandî başûrekî başûrinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ba + şûr (şor, sûr, têrxwê) ji ber ku ev ba ji zirêyê ve tê û şor e anku têrxwê ye. Li pirraniya deverên Kurdiya Bakurî li şûna dibêjin qulbe, ji qible.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya south a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ M. Emîn Bozarslan (2011), Ferhenga Kurdî, çapa 1ê, Stembol
    : Deng, →ISBN, rûpel A-D;170