Here naverokê

heft

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd): /ħæft/, حەفت
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: heft

Hejmar

[biguhêre]

heft

  1. hejmar 7 (VII, ۷)
    • 1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
      Sê ne s̤elas̤; erbeʿe çar in, ʿeyan
      Xemse u sittet çi ne? ew pênc u şeş
      Ḥeft in u heşt in ev in sebʿe s̤eman
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Lew lêre he asitannişîn im
      Ev qeṣre ko heşt ṭebeq ʿeyan in
      Yek ya min he ḥeft ṭebeq di wan in
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Hin silsilebend u hin di seyyar
      Encumṣifet encum in firûzan
      Heft şev di temam u heft-i rûzan
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Ṣed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî
      Gerçi der iqlîmê rabiʿ hate textê selṭenet
      Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî
    • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
      Mîm û Hey heftê felek çûn,
      Ji Hicretê dewran gelek çûn,
      Sal hizar û çil û yek çûn,
      Ev xezel anî diyare.
    • 2015, Mehmet Bozkoyun, Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok‎[1], Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi:
      Di çîrokan de ev gotina wiha cihê xwe digire: Heft bira, heft tebeqe binê erdê, heft sal, heft roj, hûtê heft serî, heft şev û heft roj û hwd.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *septḿ̥ (“heft”). Hevreha soranî حەوت (ħewt), kurdiya başûrî û lekî heft, goranî/hewramî hewt, zazakî hewt, hot, farisî هفت (heft), tacikî ҳафт (heft), belûçî ہپت (hept), farisiya navîn 𐫍𐫛𐫤‎ (hpt‎) (h'pt), 𐫍𐫜𐫤‎ (h'ft), osetî авд (avd), sogdî 𐼰𐼱𐽂𐼳‎ (ʾβth) û 𐼰𐼱𐽂𐼰‎ (ʾβtʾ), avestayî  (hapta, /hepte/)... yûnaniya kevn ἑπτά (hêpta), yûnaniya niha επτά (eptá) û εφτά (eftá)... ermeniya kevn եաւթն (êawtʿn), ermeniya niha յոթ (yotʿ)... sanskrîtî सप्तन् (septan)... lîtwanî septyni, latviyayî septiņi... latînî septem, fransî sept, îtalî sette, portugalî sete, spanî siete... gotî 𐍃𐌹𐌱𐌿𐌽 (sibun), inglîzî seven, almanî sieben, danmarkî syv, swêdî sju...

    S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe H. Binêre bo nimûne: havîn, hev, hemû.

    Peyva hindûewropî dişibe hevwateya xwe zimanên samî jî: erebî سبعة (seb'e), maltayî sebgħa, aramî שבעא (şeb'a), siryanî ܫܒܥܐ (şeb'a), îbrî שבע (şeva) lê nêzîkiya wan ihtimalen tenê tesedifî ye.

    Çavkanî:
    • Chyet, Michael L. (2003), “heft”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[2], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
    • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner
    • Kümmel, Martin Joachim (2016): Einführung ins Ostmitteliranische [Nasandina îraniya rojhilatî-navendî] (bi almanî), Jena: Friedrich-Schiller-Universität Jena.
    • Novák, Ľubomír (2013) Problem of Archaism and Innovation in the Eastern Iranian Languages (PhD dissertation)‎[[3]], Prague: Univerzita Karlova v Praze, filozofická fakulta.
    • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), Bern, München: Francke Verlag
    • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
    • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura
    • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin

    Herwiha binêre

    [biguhêre]
    Hejmarên sade yên kurmancî

    Pîrepend

    [biguhêre]
    • heft in, bikefteleft in

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    heft n

    1. Hejmara 7.

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina heft
    Zayenda nêr a binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî heft heft
    Îzafe heftê heftên
    Çemandî heftî heftan
    Nîşandera çem. wî heftî wan heftan
    Bangkirin hefto heftino
    Zayenda nêr a nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî heftek heftin
    Îzafe heftekî heftine
    Çemandî heftekî heftinan

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    heft m

    1. behî, tazî
      • 2010 kanûna pêşîn, Abdulkadir Bingöl, “Li Cizîra Botan mirin û dêlindêza mirinê”, li ser Nefel.com‎[4]:
        Li pey merasima goristanê îca ya li malê dest pê dikir. Li Cizîrê berê û pêş de cihê serxweşiyê (tazîye) mizgeft e. Ji ber ko mala yê mirî mêhvanên zêde raneke, yan jî daku kesên têne serxweşiyê bi awakî rehet karibin nimêja xwe bikin û we’iz bête dayîn çanda mizgeftê rûniştiye. Li navenda Cizîrê navekî din yê cihê serxweşiyê heye, ew jî hefte. “Me hefta xwe danî filan mizgeftê”, “ez ê herim filan mizgeftê, li wêdê heft jî heye” filan.

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina heft
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî heft heft
    Îzafe hefta heftên
    Çemandî heftê heftan
    Nîşandera çem. wê heftê wan heftan
    Bangkirin heftê heftino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî heftek heftin
    Îzafe hefteke heftine
    Çemandî heftekê heftinan

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ihtimalen ji navê hejmara heft, 7 anku taziya heft rojan.

    Werger

    [biguhêre]

    Anagram

    [biguhêre]

    Bilêvkirin

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    heft

    1. giranî, sengînî, qursî
    2. kêş, wezn