Here naverokê

ron

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈroːn/
  • (Rengdêr)
    Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: ron

Rengdêr 1

[biguhêre]
Pozîtîv ron
Komparatîv rontir
Sûperlatîv herî ron (merkezî)
tewrî ron (rojavayî)
rontirîn (soranîzm)

ron

  1. geş, pertewdar, rewneqdar, rewşen, ronîdar, ne tarî, cihê ronahî lê heye
  2. aşkera, diyar, xwiya, zelal, berçav, wazih kirin
    • 2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol: Lîs, →ISBN, rûpel 59:
      Weko evan dayê avê, melayê dît ku çar pîstêd biçûk ronê bir ser avê ketiyê têtin.
    • 2015 nîsan, Husein Muhammed: Ferhenga etîmolojiya kurdî ya Keça Kurd, kovara Kanîzar, hejmar:
      Cemal Nebez, berevajî rastiya ron, di ferhenga xwe de idia dike ku bo nimûne peyvên wek "silav, welat, wijdan" ne ji erebî "selam, wilayet, wicdan" in lê "welat" bi "war" ve, "silav" bi "salute" ya latînî ve û "wijdan" jî bi "wisdom" ya inglîzî ve girê dide bêyî ku ti bingehekî rastiyê ji van gotinan re hebe.
  3. xweş
    Paşerojeke ron li benda me ye.

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Têkildarî peyva roj, ro.

proto-hindûewropî *leuk- (“biriqîn, ron bûn”) > *louk-sno- ("ron")

Proto-Aryayi ra *rewxşin- ("biriqîn, ron bûn")
Avarî: rewxşne- ("ron")
Partî: wruşn- ("biriqîn")
Farisiya navîn: roşen- ("ron")
sogdî: ruxšin- ("ron")
Farisî: roşen- ("ron")
Osetî: roxs ("ron")
Kurmancî: ron ("ron")
Soranî: ronak, roşin ("ron") ...
Hewramî: roşin ("ron") ...
Zazakî: roşn ("ron")
Latînî: lūna ("heyv") ...
Çavkanî: Cheung p.321, Horn p.140, Watkins p.49, MacKenzie P.128, Etymonline
Hevreh: roj

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya bright a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr 2

[biguhêre]

ron

  1. ne req, avî, wek avê herikbar, şil, heliyayî

Formên alternatîv

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA: [ˈɾon]
[biguhêre]

ron n

  1. Guhartoyeke ruwen (“rûn”).
[biguhêre]

ron

  1. pel (parçeya nebatan)

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên pel hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

ron

  1. pel (parçeya nebatan)

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên pel hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]