Here naverokê

veşartin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ve·şar·tin

Lêker

[biguhêre]
veşartin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: ve-şêr-
RP.
Niha
ez vedişêrim
tu vedişêrî
ew vedişêre
em, hûn, ew vedişêrin
Fermanî Yekjimar veşêre
Pirjimar veşêrin
Rehê dema borî: ve-şart-
RP.
Boriya
sade
min veşart
te veşart
wê/wî veşart
me, we, wan veşart
Formên din: Tewandin:veşartin
Pisîkekê xwe veşartiye.

veşartin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Berşê kirin, ji ber çavan hinda kirin, danîn cihekî wisa ku neyê dîtin, nepenî kirin, nihînî kirin.
    • Ew çiyayî dema xwe veşêrin xwe ûsa vedişêrin ku şeytan jî nikare wan bibîne. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
    • Awirên hîvê yên xwe ji şevê vedidizin, yên ku ji şermê rûyê xwe ji şevê vedişêrin, dikin ku şev li sîya xwe bilikume. — (Îrfan Amîda (2018), Şevek Şîzofren, Weşanên Lîs, →ISBN, rûpel 5)
  2. Binax kirina miriyan.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Çendekê taqet didêrim
    Bim xubar bedrê veşêrim
    Ger ji çehvan ez biwêrim
    — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

ve- + şartin, ji proto-hindûewropî *ḱel- (veşartin), proto-hindûewropî *ser-; hevreha avestayî ser- (penageh, stargeh), pehlewî û partî s'rw'r (kum, zirx), hewramî ئەۋەشارای (eweşaray), soranî û kurdiya başûrî شاردنەوە (şardnewe) û حه‌شار (heşar), sanskrîtî şárman, rusî шлем (şlêm), latînî celare, îrlendiya kevn celim, almaniya bilind a kevn helan, almanî Helm, îngilîzî helmet, gotî huljan... Şêweya beşartin ew rûdava bi tenê ye di kurdî da kû ve- keftiye -be-. Netêkildarî zazakî wedardene, ewa yeksanî we- (hil-) +‎ dardene (dêran, girtin, pê hebûn) anku hilgirtin; nê bandora kurmancî veşartin lê hebûye.

Çavkanî
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpelên 335-6 (ku herdu peyvên soranî, ya hewramî û yên din dide lê ya kurmancî ji bîr kiriye)

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hide a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

veşartin m

  1. berşêkirin, dûrxistina ji ber çavan,
    danîna cihekî wisa ku vedîtin dijwar bibe:
    veşartina tiştan
    veşartina pare û zêran
    veşartina xwe

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina veşartin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî veşartin veşartin
Îzafe veşartina veşartinên
Çemandî veşartinê veşartinan
Nîşandera çem. veşartinê wan veşartinan
Bangkirin veşartinê veşartinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî veşartinek veşartinin
Îzafe veşartineke veşartinine
Çemandî veşartinekê veşartininan

Werger

[biguhêre]