Dîroka Erdê dîroka xwezayî ya Erdê ye ku bi bûyerên xwezayî ya Erdê û pêşketina erdê ve girêdayî ye û ji avabûna Erdê heta roja îro hatiye. Hemî şaxên zanistên xwezayî beşdarî têgihîştina bûyerên sereke yên rabirdûya Erdê bûne ku bi guherîna jeolojîk a berdewam û pêşveçûna biyolojîkî ve hatine diyar kirin. Pîvana jeolojîk a demê (GTS) ku ji aliyê Komîsyona Navneteweyî ya Stratîgrafiyê ve hatiye destnîşankirin, serdemên demê yên fireh ji çêbûna erdê heta roja îro nîşan dide ku beşên van serdeman û hinek bûyerên diyarkar ên dîroka Erdê vedibêje. Erd nêzîkê 4,54 milyar sal berê, bi qasî sêyek ji temenê gerdûnê, ji kombûna ewrên ku ji roj a îro pêk hatiye çêbûye. Dibê ku derketina gazên volkanîk atmosfera seretayî û paşê jî okyanûsan afirandiye lê ev atmosfera destpêkê dibe ku bi temamî bê oksîjen bûye. Piraniya Erdê ji ber lihevketinên dubare yên bi cismên din re heliya ye ev yek jî bûye sedema çalakiyên volkanîk ên zêde. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1381 – Di pêşengiya Wat Tler de îsyankarên gundî Londonê zeft kirin, agir berdan ser avahiyên hikûmetê, zindanan vala kirin û serê hakim û dewlemendan jê kirin.
1859 – Li Erziromê erdhejek çêbû û di vê erdhejê de ji nîvî zêdetira bajarê zirar dîtin û 3 hezar kes mirin.
1993 – Piştî ku Süleyman Demirel bû serokkomar, ji serokatiya giştî ya Partiya Rêya Rast (DYP) re Tansu Çiller hate hilbijartin.
2009 – Encamên hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê hatin ragehandin. Mehmûd Ehmedînejad di hilbijartinê de bi ser ket. Piştî ragihandina encamê xwepêşandanên li welat dest pê kirin.